Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari li Girtîgeha Kandira çûn serdana Fîgen Yuksekdag ku di Doza Kobanê de 30 sal û 3 meh cezayê zindanê sitandiyê.
Hatîmogullari piştî serdanê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku rewşa Yuksekdag baş e, morala wê bilind e, û spasîya wan kesan dike ku jibo wê piştgirîyên xwe ragihandine.
‘’Hêja Fîgen bi zelalî dibêje ku bi bi biryarên Doza Kobanê dixwazin hevgirtinê û têkoşînê bixin zindanê ku em jî wek wê difikirin.’’
Wê dîyar kir ku li gor wan biryarên Doza Kobanîyê sîyasî ne û ji bo tolhildanê hatine dayîn.
Bakirhan jî di axaftina xwe de dîyar kir ku biryar bi awayekî ne qanûnî hatine dayîn û dîyar kir ku hîn dawî li peyvajoyê nehatiye.
‘’Dawî li vê darizandinê nehat, gelên me wê bi têkoşîn û hevkarîyên biryarên vê dozê pûç bikin.’’
Wî dîyar kir ku Yuksekdagê ji girtîgehê moral û motîvasyon daye wan û ewê têkoşîna xwe xurt bikin.
Di Doza Kobanîyê de ji bo ji hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 42 sal û jibo Yuksekdag jî 30 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat dayîn ku girtîbûna wan bidome.
Jibo Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelli, ku jiber dozê girtî bûn, biryar hat dayîn ku werin berdan.
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç ser pirseke derbarê biryarên Doza Kobanê ji rojnamevanan re gotibû ku dadgehê bi awayekî serbixwe û bê alî biryar daye.
Tunç dîyar kiribû ku dadgeha dereceya yekê biryara ser Doza Kobanê daye û hîn peyvajoya îstînaf û pêdeçûnê jî heye.
Jêder: Ajansa Mezopotamya