Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî), îro Sêşemê êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistana Îraqê bi tundî rexne kir.
Bakirhan anî ziman ku Kurd ne Kurdên berê ne û got: "Dest ji van êrîşan berdin."
Siyasetvanê Kurd di kombûna heftane ya partîya xwe de li parlemena Tirkîyê ligel hejmareke mijarên din, li ser êrîşên Îranê yên ser Kurdan û Herêma Kurdistana Îraqê awayekî berfireh sekinî.
Wî êrîşên Îranê yên dijî Kurdan şermezar kir û ji bo Kurdên ku di wan êrîşan de jiyana xwe dest dane sersaxî xwest.
“Amerîka êrîşî Îranê dike, lê Îran jî bi vê hêrsê êrîşî Kurdan dike. Ji destpêka şer di 28’ê Sibatê de û vir ve, Herêma Kurdistanê rastî nêzîkî hezar êrîşên dronî û mûşekî hatiye," Bakirhan got.
"Çi têkilîya Herêma Kurdistanê bi şerê Îranê re heye? Di encama van êrîşan de 28 Pêşmerge hatine kuştin û nêzîkî 150 Pêşmerge û sivîl jî birîndar bûne. Herwiha tenê di hefteyekê de, 20 kes, ku piranîya wan girtîyên Kurd û yên ji opozîsyonê bûn, li Îranê hatin darvekirin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Em sersaxîyê ji gelê Kurd re dixwazin,” Hevserokê DEM Partî da zanîn.
Wî herwiha bal kişand ku Kurd îro ji serdema Peymana Qesr-î Şîrîn ya 1639’an an jî serdema Peymana Sykes-Picot bêtir rêxistinkirî û bibandortir in. Bakirhan nêzîkî 60 milyon Kurd wekî yek ji hêzên herî dînamîkî û rêxistinkirî yên Rojhilata Navîn binav kir û got ku divê hêzên herêmî vê rastîya guhertî nas bikin.
“Loma divê her kes bi aqil û hişmend be,” wî got.
Bakirhan anî ziman ku Îran ev sed sal in heman tiştî dike – êrîşê Kurdan- û hişyarî da Tehranê ku bi êrîşên ser Kurdan ti kes nikare encamê bigire û divê rejîma Komara Îslamî demûdest dev ji van êrîşan berde, darvekirin û êrîşên leşkerî yên dijî Kurdan rawestîne.
“Kes nikare bi qirkirina Kurdan, bombebarankirina axa wan û bombebarankirina Herêma Federal a Kurdistanê, ku di nav sînorên welatekî din de ye, tiştekî bidest bixe. Çav û guhên me li ser Îranê ne, li ser gelê me yê li Îranê, karkerên li wir û opozîsyone we ne. Em careke din rejîma Îranê hişyar dikin ku van komkûjîyan rawestînin,” wî got.
Wî herwiha bang li Tehranê kir ku li şûna êrîşkirnê, çarçoveyek qanûnî ava bike ku Kurd wek welatîyên wekhev bijîn.