Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Mîtîngên Dijî Erkdarkirina Qayuman Didomîne


Xwepêşandanek li Enqerê dijî danîna Qayuman.
Xwepêşandanek li Enqerê dijî danîna Qayuman.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasî yên Stenbolê wê dijî qayumê ku dest danîye ser Bajarvanîya Colemêrgê li Stenbolê mîtîngekê çêke.

Ew hêz, ku Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de ye, dîyar dikin ku ewê sibê Pêncşemê deklarasyona mîtînga Stenbolê ragihînin.

Li gor ragihandina wan hêzan, banga mîtîngê ‘’Emê jibo ked û azadîya xwe rê nedin qayuman’’ e.

Cîgira Serokê DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît di serdana Şaredarîya Geverê de dîyar kir ku heta ew Bajarvanîya Colemêrgê distînin ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Koçyîgîtî dîyar kir ku erkdarkirina qayuman bi ti awayî ne qanûnî ye û bîragiştî ser qayuman bertekên xwe nîşan dide.

Wê got ku ewê mîtînga wan ya Stenbolê mezin be û ewê nîşan bidin ku wan dest ji bajarvanîya xwe bernedaye û ew têkoşîna xwe didomînin.

Bajarvanîya Colemêrgê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi 48,91 ji sedê dengan ketibû destê DEM Partî, lê şaredarê wê Mehmet Sidik Akiş di rojên borî de bi tohmeta peywendîyên bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re, ku Tirkîye wek rêxistineke terorê dibîne, hat girtin û jibo bajarvanîyê qayum hat erkdarkirin.

Kulîsên parlamana Tirkîyê dîyar dikin ku wê Wezareta Navxweyî di rojên pêş de bi qayuman dest deyne hin şaredarîyên din yên DEM Partî yên li nêzî sînorên welêt.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya di rojên borî de gotibû ku ewê nehêlin ku hin alî dijî demokrasîyê kemînan deynin.

Yerlîkaya dîyar kiribû ku divê bajarvanên hilbijartî propagandaya terorê nekin û gotibû ku demokrasîya welatê wan ne bê berevanî ye.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, NTV

XS
SM
MD
LG