Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî: Em Di Rojên Pêş De li Benda Pêşketinên Girîng in

Ayşegul Dogan, berdevika DEM Partîyê
Ayşegul Dogan, berdevika DEM Partîyê

Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) îro Sêşemê ragihand ku di rojên pêş de têkildarî pêvajoya bêçekbûna Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK’ê de, ew li benda pêşketinên girîng in.

Ayşegul Dogan, berdevika DEM Partîyê rojek piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partîya xwe, di preskonferansa heftane de li Enqerê ev daxuyanîyana da.

Doganê dîyar kir ku tekilîyên di navbera karbidestên Tirkîyê, damezranerê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan û rêvebirîya PKKê de berdewam dikin.

“Têkilî berdewam dikin.Di derbarê bêçekbûnê de ne, em di rojên pêş de li benda pêşketinên girîng in,” wê got.

Lê Doganê jibo ew “rojên pêş” g tarîxeke dîyar nekir û got ku di destê DEM Partîyê de tarîxeke zelal tune ye.

Berdevka DEM’ê ser destya şopandin û nirxandîna bêşekbûnê û 4 desteyên jêr yên gîrêdayê wê, ku pîştî pejirandina qanûna çarçoveyî hatîne ava kirin, axivî.

Wê got ku xebatên li ser bêçekbûnê li qadê didomin û mekanîzmayên ku jibo pêvajoyê hatine avakirin, hin xebatan rêve dibin.

Lê, we bi berdewamî bal kişand ku kabidestên hikûmetê hê jî di van Desteyên Jêr de wê kî cih bigire, bi raya giştî re nehatiye parve kirin.

“Wek DEM Partîyê em dibêjin divê ew deste bi hev re bi awayekî hevsengî bixebitin û kî di van desteyan de cih bigire divê ji raya giştî re were dîyar kirin,” wê got.

Dogan herwiha li ser rola Ocalan di qonaxa nû ya pêvajoyê de axivî. Wê got ku bi awayekî fermî destpêkirina xebata Ocalan wek koordînatorê bêçekbûn û beşdarîya siyasî dikare jibo pêşvebirina pêvajoyê girîng be.

“Divê statuya birêz Ocalan bi cih were û şert û mercên wî werin başkirin,” wê got.

Wê dîyar kir ku piştî vebûna Parlementoyê di 1ê Cotmehê de divê Desteya Çavdêriyê ya Parlementoyê jî bê avakirin:

“Em jî amadekarîyên xwe dikin. Li gor qanûna çarçoveyî divê Desteya Çavdêriyê bê avakirin. Piştî parlemento vebû divê ew deste bê avakirin. Divê bi nûnertîyeke dadmend ew deste bê avakirin.” Wê got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG