Fermandara wîlayeta Virginia Abigial Spanberger bersiva Demokratan hember Gotara Salane ya Serok Trump ya îşev li ber Kongresê da.
Spanberger ji bajarê Williamsburg yê dîrokî li Virginia gotara xwe çend kêlîkan piştî ya Serok Trump pêşkêş kir. Wê got ku enfalsyon li Amerîka hîn di asteke bilind de ye.
Serok Trump di gotara xwe de gotibû ku di salekê de rêvebirîya wî karîbû asta buhabûn û enflasyonê li Amerîkayê daxîne rêjeya 1.7%.
Lê Spanberger got ku ji bo gelek Amerîkîyan buhayê kelûpelan hîn bilind e.
"Demokrat li seranserê welêt bala xwe didin ser şiyana kirîna li paytexta welatê me, li paytextên wîlayetan, û li civakên li seranserê Amerîkayê," Fermandara Virginia got.
"Li welatê herî dahêner û bêhempa di dîroka cîhanê de, Amerîkayî hêjayî wê yekê ne ku bizanin ka rêberên wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku wan bi şev hişyar dikin dixebitin," Spanberger anî ziman.
Serokê Amerîkayî di gotara xwe de gotibû ku Amerîka derbasî serdema zêrîn dibe.