Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên DEM Partî Îro Serdana Selahattîn Demîrtaş Kirin


Parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tîryakî û Saruhan Oluç li Girtîgeha Edîrne serdana Hevserokê berê yê Partîya Demokratk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş kirin.

Tîryakî piştî serdana dîyar kir ku Selahattîn Demîrtaş ji wan re gotiye ku hevjîna wî Başak Demîrtaş jibo DEM Partî xurttir bibe dîyar kiriye ku ew dikare bibe berbijara bajarvanîya Stenbolê.

Wî got ku Selahattîn Demîrtaş ji gel xwestiye ku divê ew bi wan bawer bikin û wan bi hev re ew peyvajoya meşandiye.

Oluç jî bi kinî dîyar kir Selahattîn Demîrtaş ji wan re dîyar kiriye yekîtîya wan heye, ew bi hev re û ti cudabîrî çênebûye.

Başak Demîrtaş di rojên borî de gotibû ku ger gel bixwaze û DEM Partî jî erê bike ew dikare jibo bajarvanîya Stenbolê bibe berbijar.

DEM Partî di dawîya hefteyê de ragihandibû ku ewê li Stenbolê berbijarê xwe derxe û dîyar kiribû ku Başak Demîrtaş jî di nav koma berbijaran de ye.

Lê, îro Çarşemê, Başak Demîrtaş ragihand ku ewê nebe berbijara bajarvanîyê û dîyar kir ku wan bi danûstandinên bi DEM Partî re ew biryar daye.

Başak Demîrtaş got ku ewê dest ji lêgerîna demokrasî, wekhevî û aştîyê bernedin û ewê bi hevre serketi bin.

DEM Partî jî bi daxuyanîyekê spasîya Başak Demîrtaş kir û dîyar kir ku wan li hev kiriye ku ew nebe berbijar.

Çaverê ye DEM Partî berbijarê xwe yê Stenbolê heta dawîya hefteyê ragihîne.

Jêder: X, Arti Gerçek

XS
SM
MD
LG