Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat û Komarî yên Kongresa Amerîka Ser Parvekirina Desthilatê Hevbîr Bûn


Rêberê Komarîyan li Civata Senatoran Mitch McConnell û yê Demokratan Chuck Schumer
Rêberê Komarîyan li Civata Senatoran Mitch McConnell û yê Demokratan Chuck Schumer

Demokrat û Komarî yên Kongresa Amerîka îro Çarşemê rahihandin ku ew piştî danûstandinên dirêj yên ser parvekirina desthilatdarîyê di xalên bingehîn de lihev kirinin.

Lihevhatin rê ber Demokratan vedike ku rojevê destnîşan bikin û kontrola Senatoyê têkin bin destên xwe.

Serokê Demokratên li Civata Senatoran Chuck Schumer îro dîyar kir ku ew piştî danûstandinên bi rêberê wan di danûstandinên digel serokê Komarîyên li Senatoyê, Mitch McConnell de, jibo parvekirina desthilatdarîyê ser peymaneke lihev kirinin.

Schumer, Senato’dan bugün konuya ilişkin karar tasarısını geçireceklerini belirtti.

Schumer, dazanîn ku ewê îro pêşnivîsa peymana ser mijarê ji Senatoyê derbaz bikin.

“ Bi peymanê dê seroktîya komîsyonan were dayînê Demokratan û ewê di mijarên herî girîng yên ku welat rûbirû ye, bilez dest bi kar bikin, " Schumergot.

Demokratan, di hilbijartinên Senatoyê yên li eyaleta Georgia ya Amerîka ya di 5'ê Rê bendanê de, her 2 kursîyên Senatoyê jî qezenc kiribûn.

Bi vê encamê hejmara Demokrat û Komarîyên li Senatoyê wekhev bû.

Lê, li gor qanûnên Amerîkî heke rewşek wiha wekhev derkeve holê, Cî girê serok dikare dengeke zêde bi kar bîne.

Ev, derfat da Demokratan ku bi mafê dengdana Cîgira Serok Kamala Harris, piranîyê bi dest bixin.

Senatorê Komarî Mitch McConnell jî di encamê de bû serokê hindikahîya Senatoyê.

Serokê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnell, di danûstandinan de îsrar kiribû ku, şêwaza 'filibuster' were parastin.

Peyva ku di siyaseta Amerîka wek 'filibuster' tê bi nav kirin, rêka pêşîgirtina xebatên Kongresê ya bêyî binpêkirina pîvanên qanûnî ye.

McConnell, piştî ku Demokratan ragihandin ku ewê jibo karanîna 'filibuster' dengdanê dar nexin, daxwaza xwe paşve kişandibû.

Jiber kêşebarîya ser parvekirina desthilatdarîyê, heya niha xebatên li Kongresê li gor pîvanên dema berê ya ku piranî di destê Komarîyan de bû, di hat meşandin.

Hevdem, ji ber vê yekê, Demokratan nekarîbûn ku serdestîya komîsyonên girîng yên di Senatoyê de bi dest bixin.

Di warê damezrandina rûniştinên komîsyonan, diyarkirina rojevê û amadekirina qanûnan de geleke girîng e komîsyonên Senatoyê bikevin bin kontrola Demokratan.



XS
SM
MD
LG