Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Ereb Dema bo Qatarê Du Roj Dirêj Kir


Erebîstana Saudî, Misir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreyn jibo Qatar şertên wan bi cîh bîne û ew jî ambargoya li ser wî welatî rakin du rojên din dem dan Doha.

Çar welat, 11 roj berê lîsteyeke daxwazan ya bi 13 xal weşandibû û dîyar kiribû ku jibo ambargoyê rakin, divê şertên wan heta 2’ê Tîrmehê pêk werin.

Welatên Ereb, ser daxwaza Kuveytê, ku jibo kêşe çareser bibe navbeynkarîyê dike, dem dirêj kir.

Karbidestên Qatarî dîyar kiribû ku şertên di lîsteyê de bi cîh naynin.

Wezîrê Karên Derve yên Qatarê Mihemed bîn Abdulrahman bîn Yassîm es-Sanî, bersîva fermî ya Doha dê îro Duşemê bi nameyekê bigêhîjîne emîrê Kuveytê.

Es-Sanî roja Şemîyê dabû zanîn ku ew şertan napejirînin, lê jibo danûsitandinan amade ne.

‘’Lîsteya daxwazan jibo ku were red kirin hatîye amade kirin, ne seba pejirandinê yan jî danûsitandinan. Emê ti tiştên ku zordarîyê li ser desthilata Qatarê çêdikin nepejirînin’’ Es-Sanî got.

Di nav daxwazên çar welat de, girtina bingeha leşkerî ya Tirk ya li Qatarê, rawestandina weşana El-Cezîre, sînordarkirina peywendîyên bi Îranê û bidawîkirina alîkarîya bo Husîyên serhilda yên li Yemenê hene.

Çar welat dîyar dikin ku Qatar ‘’piştgirîya terorîzmê’’ dike û wan jiber vê li dijî wî welatî ambargoya aborî û dîplomatîk ragihandîye, lê Qatar îdiayan red dike

XS
SM
MD
LG