Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dema Çavdêr Serdana Bajarên Girîng Dikin, 19 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Qîzên Kurd li bajarê Amude, bi tilîyên xwe nîşana serkeftinê fikin, li dijî serok Beşar Esed.
Qîzên Kurd li bajarê Amude, bi tilîyên xwe nîşana serkeftinê fikin, li dijî serok Beşar Esed.

Bizavkarên mafên mirovan dibêjin, hêzên ewlekarîyê yên Sûrî îro Pêncşemê bi kêmî ve 19 kes kuştin, li vê demê ku çavdêrên Yekîtîya Ereb jibo şopandina tundîya hikûmetê diçin sê herêmên kêşebar.

Bizavkar dibêjin, hîn kuştinkarîyên îro Pêncşemê li nêzîkî Şamê qewimîn, piştî ku hêzên ewlekarîyê gule barandin ser xwepêşandêran.

Tundî û tûjî dema ku çavdêrên Yekîtîya Ereb hazirîya serdana Daraa, Hama û Idlib dikin ku bibînin hikûmet sozên xwe yên sekinandina eciqandinê û azadkirina girtîyên sîyasî cîh tîne yan ne.

Bizavkar û rêxistinên mafên mirovan roja Çarşemê ragihandibûn ku ji roja Duşemê, anku piştî ku çavdêr geheştine Sûrîyêm herî kêm 39 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG