Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Berê Demîralp: Tirkîye jibo Tekîlîyen Baştir bi YE re, Divê Rojnamevan û Sîyasetvanên Girtî Berde


Piştî girjîya di navbera Tirkîyê û Amerîka, nêzîkbûn di navbera Tirkîye û Yekîtîya Ewrupa (YE) de çêbûne, taybetî jî bi pêşengên YE, Almanya û Fransa re.

Berî çend rojan YE’ê jibo peyvajoya endamtîya Tirkîyê, piştî sê salan hevdîtineke girîng ya ser reformên derheqa warên dadwerî, mafên bingehîn, azadî û ewlehî pêk anî.

YE sîstema nû ya seroktîyê li Tirkîyê rexne dike û difikire ku sîstema nû prensîba cudabûna hêzên desthilatdar tune dike.

Konseya Ewrupa jî di civîna Hezîrana 2018’an de dîyar kiribû ku Tirkîye ji YE pirtir dûr ketiye, loma bo destpêkirina danûstandinan, divê Tirkîyê gavên nû bavêje.

Balyozê Berê yê Tirkîyê Oguz Demîralp dibêje ku Tirkîye namzedê YE ye û divê ew jibo standartên YE gavan bavêje.

“Demokrasî, mafên mirovan û weke din divê Tirkîye li gor van stadartan tev bigere. Li ser vê mijarê Tirkîyê ji daxuyanî da ku dê van şertan bînin cîh. Ger Tirkîyê li ser vê mijarê bixwaze gavan bajêve pêwîst e nivîskar, rewşenbîr û sîyasetvanên di girtîgehan de tên girtin, werin berdan. Li hember vê, pêwîst e YE ji jibo sererastkirina têkîlîyan daxuyanîyekê bide.”

Li gor Demîralp sîstema nû ya Tirkiyê jiber ku prensîba cudahîya hêzan ji holê radike Yekitîya Ewrupa ne dilxweş e.

“Yekîtîya Ewrupa bi erênî li sîstema seroktîyê nanêre û rexneyên xwe yên li ser vê sîstemê kirin. Komîsyona Venedîkê li ser vê yekê raporek weşand. Li gor vê raporê, rewşeek li dijî prensîbê cudahîya hêzan heye. Dewleta hiqûqê paş de maye jiber vê yekê, vê sîstême kêm dibînin.”

Demîralp li ser tekîlîyên di navbera Tirkîyê Amerîka û YE de ji wiha axifî:

“Pêwîst e têkîlîyên Tirkîyê bi YE’ê û Amerîka baş bin. Ji xwe berê wisa bû. Jibo têkîlîyên Tirkîye û YE Amerîka’yê piştgirî dida Tirkîyê. Divê disa ew têkîlîyên germ werin ava kirin, lê ev yêk niha xûya nake.”

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG