Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Divê Kurd û Tirk jibo Aştîyê Dengên Xwe Bilind Bikin


Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di doza Kobanê de cara pêşî li dadgehê berevanîya xwe kir.

Demîrtaş di axaftina xwe de, ku bi Kurdî destpê kir, dîyar kir ku wî ti karekî veşartî nekiriye û got ku ti delîleke wî tawanbar derdixe tune ye.

"Ev doza tolhildaneke sîyasî ye. Em bi awayekî hiqûqî nehatin girtin, em hemî dîlên sîyasî ne," Demîrtaş got.

Wî di axaftina xwe de dîyar kir ku jiber ku dadgeh ne serbixwe û bê alî ye, ew ne li hember dadgehê, lê li hember gelê xwe berevanîya xwe dike.

Hevserokê berê yê HDP’ê di berevanîya xwe de bal kişand ser 12 leşkerên Tirk ku di operasyonan de hatine kuştin.

Demîrtaş got ku hîn jî li Tirkîyê zarokên welêt di pevçûnan de têne kuştin û dîyar kir ku ew jiber vê yekê pir diêşin.

Wî dîyar kir ku divê Kurd û Tirk jibo aştîyê dengê xwe bilind bikin.

‘’12 leşkerên ku do hatine binaxkirin birayên min in. Zarokên Kurd jî birayên min in. Bi gaza neteweperwerîyê, xirabîyên xwe bi ala Tirk vedişêrin, êrîşî me dikin û me wek armanc nîşan didin.’’

Demîrtaş dîyar kir ku ew jibo aştîyeke bi rûmet hazir in û got ku berpirsê kuştinan ew kes in ku ji danûstandin û dîyalogê direvin.

Di axaftina xwe de Demîrtaş dîyar kir ku mafên Kurdan yên wek çand û ziman bi çekan û bi dagirkirinê ji dest wan hatine sitandin û got ku divê ew mafên xwe bistînin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve di girtîgeha Edîrne de ye.

Jêder: X, Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG