Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Ewrupa: Tirkiyê Mafê Demirtaş Binpêkirî Ye


Turkey Elections
Turkey Elections

Daddgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa ECHR roja Sêşemê da xuyakirin ku desthilatdarên Tirkiyê mafê azadiya ramanê ya Selahattîn Demirtaş Hevserokê berê yê partiya Demokratîk ya Gelan HDPê binpêkirîye.

Dadgeh dide zanîn ku yek ji tawana Demirtaş pê hatî sucdar kirin dema nerînên xwe di dîdarek televîzyonî de anîbûn ziman.

Dadgeha Ewrupa ku bingeha wê li bajarê Strasburgê yê Fransa ye, roja Sêşemê bi dengê hemû dadweran ku di nav de yekî Tirk jî heye biryar girtîye ku doza Demirtaş ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve made bi madê 10 yêyasayî ku taybete bi azadiya ramanê di rêkeftina Yekêtiya Ewrupa li gel Tirkiyê hatîye binpêkirin.

ECHR dide zanîn ku doza li dij Demirtaş vedigere bo sala 2005ê dema ku bi beşdarî di dîdarek televizyonî de kir bû û daxwaz ji berpirsên dewletê kirbû ku rolê Abdullah Ocalan yê zîndankirî li Tirkiyê li pêş çav bihê girtin bo dîtina çareserîyek aştiyane bo pirsa Kurd, herwiha Demirtaş daxwaz kir bû ku rewşa wî li zîndanê baş bikin.

Dadgeh weha dide zelalkirin ku ew gotin û daxwazên Demrtaş nakevin di çarçova teşwîqkirina tûndiyê yan jî serhildana çekdarî li dijî dewletê, herwiha nehezî û kîndarî di axiftinên Demirtaş de nayên dîtin.

Dadgeh biryar dide ku Demirtas bi hincete ku ew propagandaya rexistineke terrorist kiriye hatîye girtin, cezadayina Demirtas ji aliyê Tirkiyê ve weke ne dawerane û ne layîqî civakek Demokrta tê dîtin, lewma dadgeha Ewrupa biryar daye hikûmeta Tirkiyê 2500 Euroyan bide Demirtaş û 1000 Euroyên din weke derdanên doza dadgehê divê bide.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Demirtaş meha mijdara 2016an bi tawana piştevaniya terorê hatîye girtin, û mijdara sala 2018an Dadgeha Ewrupa daxwaza serbest berdana Demirtaş kirbû, lê Tirkiyê, ew daxwaz heta niha red kirîye.

XS
SM
MD
LG