Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Demirtaş Paşde Hat Xistin


Selahattin Demirtas
Selahattin Demirtas

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş di roja sêyê de jiber sedemên saxlemiyê nehat dadgehê û di ciyê wî de evûqatên wî parastina wî kirin.

Doza Demirtaş li 19emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Eneqerê hat dîtin û roja Sêşem û Çarşemê Demirtaş parastina xwe kir. Hevserokê berê yê HDPê, jibo dozên xwe 500 rûpel parastin amade kiriye.

Dadgehê ji Serdozgerîya Enqere belgeyên biryara girtinê û dîrokên sûcên ku li wî tê barkirin xwest. Herwiha dadgehê xwest ku bê eşkerekirin ku li ser lêpirsînên di heqê Demirtaş de biryarên nepenîyê hene yan na.

Rûniştina dozê di 27 û 28ê Gulanê de dê were dîtin.

Dadgeh di 2ê Îlonê de jibo berdana Demirtaş biryar dabû lê dozgerî li dijî biryarê derket û ji bi dexwaza giritnê dozek cuda li Demîrtaş hat vekirin.

Hevserokên berê HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag di Mijdara 2016an de bi hicetên "avakirina rêxistinê", "endamtîya rêxistina terorê", "sûckirina li ser navê rêxistinê" hatin girtin.

XS
SM
MD
LG