Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş ji Twitterê Bang li Berbijarên Serokomarîyê Kir


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji Twitterê bo berbijarên din yên serokomarîyê nivîsî.

Demîrtaş, ji hesabên re Muharrem Înce, Meral Akşener û Temel Karamollaoğlu dîyar kir bu banga wan ya bo wî girîng e.

‘’Eger xebatên hilbijartinê bi awayekî adil neyên meşandin, ewê rêwabûna encaman jî bi arîşe be. Hûn jî nikarin di rewşeke adil de bixebitin’’ Demîrtaş got.

Demîrtaş bo Erdogan jî got ku ‘’Tu wek serokomarekî, piştî rêvebirîya 16 salan dîyar dikî ku tuyê dadmendîyê bînî. Hevrikê te yê ku tu herî zêde jê hez dikî ji neçarî ji girtîgehê karên hilbijartinê dimeşîne, ramanên te yên li ser vê yekê çi ne, dixwazim bibihîsim’’

Demîrtaş bo berbijarê din Doğu Perinçek jî da zanîn ku ger ew were hilbijartin ewê partîya wî negire, lê soz dide ku ewê HDP’ê bi xwe bigirin.

XS
SM
MD
LG