Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar îro Yekşemê çûn bajarê Edrine ku serokê berê yê HDPê Selhattîn Demirtaş li wir girtîye dîdar emcam dan.
Piştî Hevserokên HDPê Demirtaş dît, preskonferansek hevbeş dan, û daxuyaniyek di malper û twîtera HDPê ya fermî da weşandin, Buldan got "Em îro weke hevserokên Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê çûn serdana Selahattin Demirtaş û endamê parlamenê Ebdullah Zeydan, di girtîgehê da li Edirne, dixwazim giringiya vê serdan bînim ziman, jiber pandemîka vîrusa korona ev demeke dirêjbû em nikarbûn herin girtîgehê û me nikarî bû serdana hevalên xwe bikîn li girtîgehê".
Buldan got ku wan Demirtaş û Ebdullah Zeydan dîtine û ew di rewşeke morl bindiyê û tendirustiyek baş dane.
Buldan herwiha da zanîn ku wan bo mawê yek demjimêr Demirtaş Û Zeydan dîtine, herwiha Hevsrok Mithat jî, ew yek demjimêrê dîtine, bo maweyê 2 demjimêran cûda me ew dîtin.
Daxuyaniya Hevserokên HDPê herwiha dide zanîn ku Demirtaş derbarê pandemîkê da gotiye"Em dikarin bi hevkarî û baldarî vê rewşê derbaz bikin."
Buldan dibêje, li ser rewşa aştiyê û giringiya aştiyê bo Tirkiyê û pêdviya bi aştiyê ligel Demirtaş axiftin hatin kirin.
Herwiha Hevserokê HDPê Mithat Sancar got, di rojeva me ya hevdîtinê da behsa hemû mijaran hebû, lê demê têra nekir ku derbarê her tiştî biaxivin.
Mithat Sancar da zanîn ku derbarê aştiyê em bi Demirtaş re axivîn, wî gotiye ew proje û plana HDPê ya ku meha Hezîranê hatbû ragihandin giring dibîne.