Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Hilbijartina Stenbolê bo Vekirina Rêya Pêş Demokrasî û Azadî Girîng E


Sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş îro li ser Twîtterê daxuyanîyên girîng li ser hilbijartina dubare ya Stenbolê dan.

“Em bawer dikin ku divê piştgirî ji gotinên birêz Îmamoglu re werin dayîn. Bê HDP’ê û bi derva hiştina wê ti tişt nikare ciwan be. Divê ew wê yekê fem bikin ku bi dara zorê bedewî çênabe,” Demîrtaş got.

Demîrtaş herwiha dibêje ku ev hilbijartin jibo rêvekirina demokrasî, azadî, aştî, dadmendî girîng e, loma divê helwesta HDP’ê cidî were girtin.

“Jibo hilbijartinên desthilata zorî kêm dem maye. Jixwe hun dizanin klu navenda me ya giştî biryara xwe eşkere kir û li qadê jî xebat têne kirin. Em wekhev in, bi biratî, di nava aştîyê de, dixwazin bi hevre bijîn. Me hemî êşên mezin, zordestî, neheqî dîtine. Hember vê yekê jî me jibo sibêrojeke delal hêvîya xwe hinda nekir. Jiber ku em jibo vê têkoşînî didin.”

Berbijarê Tifaqa Mîllet Ekrem Îmamoglu jî di hefteyên borî de pêsina Demîrtaş dabû û gotîbû ku ew sîyaseta Demîrtaş diecîbîne û wî jibo welêt wek şansek dibîne.

Hem Demîrtaş hem jî Îmamoglu du sîyasetvanên ciwan in û zimanê wan yê erênî û mesajên wan yên hembêzkar di qada sîyasetê de geşbînî çêdikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve li zindana bajarê Edîrne ya li rojavayê bakurê Tirkîyê tê girtin û 142 sal cezaya zindanê ji wî re tê xwestin. Îro û sibe jî doza wî ya li ser van îdîayan li Enqere tê dîtin.

MEB_06_18_2019_Demîrtaş
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00

XS
SM
MD
LG