Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Dibêje Rewşa Wî ya Qanûnî Nahêle ku Ew Bibe Berbijar


Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro Înê ragihand ku şandeyeke wê do Pêncşemê li Girtîgeha Edîrne, bi Selahattîn Demîrtaş re jibo berbijarîya hilbijartina serokomarîyê hevdîtinek pêk anî.

Şandeya HDP'ê ji Demîrtaş pirsîye ku rewşa wî ya hiqûqî rê dide berbijarîya wî yan na û wî jî gotiye ku rewşa wî ya qanûnî ne guncaw e.

Demîrtaş ji şandeyê re gotiye ku ewê piştgirîya berbijarê Tifaqa Ked û Azadîyê bike û careke din dîyar kiriye ku ewê bi pêgirî tev li xebat û kempeyna hilbijartinê ya HDP'ê bibe.

Hevbendîya Ked û Azadîyê ji HDP û jimareke partîyên din yên Kurd, çepgir û jîngehparêz pêk tê û xwe wel alternatîfa Tifqa Gel ya bi pêşengîya AKP'ê û Tifaqa Milet ya bi pêşenîgyab CHP'ê bi nav dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş berê jî di hilbijartinên serokomarîyê de bûbû kandîdê HDP'ê û di vê hilbijartinê de jî navê wî wek berbijarekî potansîyel derbaz dibû.

XS
SM
MD
LG