Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Bang li Ciwanan Dike ku li Pişgirî Bidin Berbijarên Partîya Çep ya Kesk


Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê bang li ciwanan kir ku li Partîya Çep ya Kesk xwedî derkevin.

Demîrtaş bi rêka parezerên xwe ji platforma medyaya civakî ji xortan xwest ku bi berbijarên Partîya Çep ya Kesk re tevbigerin.

‘’Dema nîqaşan derbaz bû, êdî wext hatiye ku hun bibêjin ku ezê du dengên din peyda bikim.’ Ez ji we re serketinê naxwazim jiber ku pêdîvîya we bi vê gotinê tuneye û serfirazî ji we re."

Demîrtaş di twîteke din de jî dîyar kir ku ewê di sindoqan de bersîvê bidin desthilatê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP jiber doza ser girtina partîyê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk dikeve hilbijartinê.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG