Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Dibêje jibo Kurdan Rûpela Erdogan û AKP Hatiye Girtin


Sîyasetvan Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş îro Çarşemê got ku jibo Kurdan Erdogan û AKP rûpeleke reş e ku bi tevahî hatiye girtin.

“7 sal in ku em bi fermana Erdogan bê sedem li hucreyekê têne girtin. Ma gel vê heqareta ku li dijî vîna wî hatiye kirin û hemî êrîşên dijî xwe wê di 50 rojên pêş de bîr bike? Ma, ev yek pêkan e? Jibo Kurdan Erdogan û AKP rûpeleke reş ya bi tevahî hatiye girin e.”

Demîrtaş biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê jî rexne kir ku daxwaza HDP’ê ya dayîna demeke zêdetir ya jibo berevanîya wê ya devkî îro red kiribû.

“Ne pêkan e ku meriv pêşbînîya biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn bike jiber ku biryarên wan ne di çarçoveya hiqûdê ne. Ew biryarên wiha digirin ku wek mudaxeleya rasterast ya ser sîyaset û hilbjartinan e. Mixabin ev rewşa jibo Dadgeha Qanûna Bingehîn rewşeke pir xirab e.”

Demîrtaş îdia kir ku dadgeha ku jibo parastina qanûna bingehîn hatiye damezirandin, dibe alava binpêkirina makezagonê.

Sîyasetvan Kurd piştgirî da biryara HDP’ê ya beşdarbûna hilbijartinê ya bin navê Partîya Çep ya Kesk û got ku gel wê xwedî li wê partîyê derkeve.

“Bê guman pirsgirêkên ketina hilbjartinê ya bin navê Partîya Çep ya Kesk hebin, lê ew dikarin di demeke kin de werin çareser kirin. Piştgirên me vê hewcebûna vê yekê baş fem dikin û xwedî li Partîya Çep ya Kesk derkevn. Ez bawer nakim ku tenê yek dengê me jî zîyan be.”

XS
SM
MD
LG