Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Dibêje Hevgirtina Gel ya Piştî Erdhejê Hêz Daye Zindanîyan


Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dîyar kir ku wî di 6’ê Sibatê de serî li dadgehê daye ku ew were berdan.

Demîrtaş di hevpeyvîna T24’ê de ragihand ku ew nêzî 7 sal in di girtîgehê de ye, lê wî cara pêşîyê bo azadbûnê serî li dadgehê daye.

‘’Çawa ku hiqûq nemaye wîjdan jî pûç bûne. Bi hezaran girtî neçar man ku êş û fikarên felaketê li hindûr, bê çare temaşe bikin’’ Demîrtaş got.

Wî dîyar kir ku ji roja pêşî ya erdhejê ya ku hêz û hêvî daye wan hevgirtin bûye ku ew roj bi roj pêşde çûye.

Demîrtaş got ku bi hevgirtinê bi hezaran kes piştî erdhejê sax filitîne ku ew li gor wan mijareke girîng e.

Derbarê dema hilbijartinê, Demîrtaş got ku nabe ku hilbijartin werin paşxistin.

Sîyasetvanê zindanî dîyar kir ku wateya paşxistina hilbijartinê darbe ye û bang li sîyasetvanan kir ku mafên milet pûç nekin.

Jêder: T24

XS
SM
MD
LG