Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Demîrtaş bo Berdana Wî Serî li Dadgehê Dan


Parêzerên berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bo berdana wî serî li dadgehê dan.

Demîrtaş bi dosyeya li Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê hatiye girtin û ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.

Demîrtaş, ku berê hevserokê HDP’ê bû, tevî 10 parlamenterên din yên wê partîyê bi ‘’endamtîya rêxistina terorî’’ û bi ‘’kirina tawanan li ser navê rêxistinê’’ hatibû desteser kirin û piştre hatibû girtin.

Dijî Demîrtaş 33 doz hatine vekirin û bo wî bi tawananên ‘’avakirina rêxistina terorî, rêvebirin û propagandaya wê, pesindana sûc û sûcdaran’’ heta 142 cezaya girtîgehê tê xwestin.

XS
SM
MD
LG