Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Dadgeha Qanûna Bingehîn Newêre li Dosyeya Min Binêre


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê ragihand ku îdiayên dîyar dikin ku Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwaza berdana wî red kiriye ne rast in.

Demîrtaş dda zanîn ku Dadgeha Qanûna Bingehîn hîn bo serlêdana parêzeran wî hîn ti danûstandin nekiriye.

‘’Xwe wek mirîyan nîşan didin. Dadgeha Qanûna Bingehîn anîne asteke wisa ku ditirsin ku li dosyeya min binêrin. Bi rastî pir heyf e’’ Demîrtaş got.

Demîrtaş di axaftina xwe ya TRT’ê de dabû zanîn ew tenê bi axaftinên xwe yên bo gel tê tawanbar kirin û jiber ku Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ji wî ‘’ditirse’’ hatiye girtin.

Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye û bi rêka parêzerên xwe ji medya civakî kempeyna hilbijartinê dimeşîne.

XS
SM
MD
LG