Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş ligel Civaka Kurdî ya Washingtonê Kom Bû


Selahattîn Demîrtaş bi civaka Kurdî re ye
Selahattîn Demîrtaş bi civaka Kurdî re ye

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku serdana xwe ya Washingtonê didomîne, do êvarê bi civata Kurdî ya devera Washingtonê civî.

Di kombûna gel de ku li oteleke navdar hate kirin, Kurdên ji çar parçê amade bûn û axaftina Demîrtaş guhdar kirin.

Hevserokê HDPê di axaftina xwe de agahî li ser hevdîtinên xwe yên Amerîka da û bersîva pirsên mevanan dan.

Demîrtaş pesna beşdaran da ku ji her perçe welêt hatine û bi ruhekî welatperwer yekbûna xwe pêk anîne.

“Em niha li Washingtonê û li her derê cîhanê dibînin ku gelê me yekbûna xwe pêk anîye û ev jî ji me re dibe hêza herî mezin. Em bi hevî ne sîyasetvan jî bikartibin wê yekgirtîbûnê pêk bînin.”

XS
SM
MD
LG