Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) roja Yekşemê li Enqerê Kongreya Asayî ya 3’yan li dar dixîne.

Li ser Twitterê, ji hesabê fermî yê Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bo kongreyê peyameke piştgirîyê hat belav kirin.

Demîrtaş bang li gel kir ku ‘’bi coşeke mezin’’ tevlî kongreyê bibin û bi alîkarîya bo berendamên hevseroktîyê li HDP’ê xwedî derkevin.

HDP’ê ragihandibû ku ewê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bo hevseroktîyê bibin berendam.

Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an vir ve girtî ye, gotibû ku ewê bo hevseroktîyê jinûve nebe berendam lê bi awayekî çalak xebatên xwe yên li HDP’ê bidomîne.

XS
SM
MD
LG