Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Ozer: Biryara Dadgehê ya Bernedana Demîrtaş Dij Hiquqî Ye


Mesut Ozer
Mesut Ozer

Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê îro daxwaza berdana sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş red kir, tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) biryara berdana wî dabû.

Mesut Ozer, parêzerê Demîrtaş biryara dadgêhe jibo Dengê Amerîka nirxand û ew wek biryareke neqanûnî bi nav kir.

“Li gor xala 45’an ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupî, ger hikûmet yan kesên serlêder biryara dadgehê qebûl nekin, dikarin di nav sê mehan de îtîraz bikin. Lê, ji sala 1953’an heta niha Dadgeha Mafên Mirovan eger ku biryarek da, ne hewce ye ku dadgeha bilindtir biryar bide.”

Ozer dide zanîn ku ewê serî li Dadgeha Bingehîn ya Tikîyê jî bidin û ewê biryara dadgeha Tirk bibin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî.

“Emê serlêdana Komîteya Wezîran bikin jiber ku ev peywirdar in ku biryarên dadgehan bi cih bînin. Jiber ku ew dişopînin û dîsa emê serî li Dadgeha Cezayê Giran ya Enqerê bidin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş, ji Mijdara 2016’an vir ve li Girtîgeha Edîrê ye û dijî wî jimareke doz hene.

MEB_11_10_2018_Demirtas_Ozer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00

XS
SM
MD
LG