Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Bawerîya Kurdan bi Sîyaseta Demokratîk Nemaye


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku serdana xwe ya Washingtonê didomîne, îro Înê di civîneke taybet de bi nûnerên medya Tirkîyê re kom bû.

Demîrtaş di civînê de agahîyên girîng li ser serdana xwe ya Amerîka û bersîva pirsên rojnamevanan da.

Demîrtaş got, li gor biryarake Konseya Ewlekarîyê (MGK) ya Tirkîyê êrîşên ser HDPê destpê kiriye û aniha jî êrîşên giran li ser wan tê meşandin.

“Di wê civînê de tê gotin ku HDP bi xurt dibe û eger bi awayî berdewam ke, piştî demeke din wê welatê herî dawî ya Tirkan ji destê me derkeve. Loma jî divê tedbîr bêne girtin.”

Demîrtaş bi berdewamî got ku jiber ku rêz û hermet bo encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê nehat nîşandan, bawerîya Kurdan ya bi sîyaseta demorkatîk nemaye.

“Bi encaman 7ê Hezîranê, bi serkeftina HDPê hêvîyeke xurt li nav Kurdan belav bû ku bi rêkên demokratîk û ligel karanîna parlemanê, Kurd dikarin tekoşîna xwe pêşve bibin.Lê, biryara şer ya desthilatê ew bawerî şikand”

XS
SM
MD
LG