Hevserokê berê yê Partîya Gelan ya Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş bo rojnameya Washington Post nivîsî.
Demîrtaş, ku hîn li Girtîgeha Edîrne ye, di nivîsa xwe de dîyar kir ku encamên hilbijartinê yên di 31’ê Adarê de li dar ketine bo Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Partîya Dad û Pêşveçûnê ‘’tekçûneke fedîker’’ e.
‘’Partîya Erdogan ya li desthilatê, AKP, ne tenê ji demokrasîyê, ji nirx û ehlaqa Îslamê jî bi dûr ket’’ Demîrtaş nivîsî.
Demîrtaş dîyar kir ku encamên hilbijartinê nîşan didin ku hemî însanên li Tirkîyê dixwazin bi hev re bi awayekî aştîyane bijîn.
Wî da zanîn ku HDP dê li Tirkîyê bo pêkanîna ‘’aştî, demokrasî û ekonomîyeke baş’’ têkoşîna xwe bidomîne.
Hevserokê berê yê HDP’ê bi berdewamî behsa grevên xwebirçîkirinê kir û dîyar kir ku kesên di grevê de dizanin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ser çareserkirina kêşeya Kurdan dikare roleke girîng bilîze.
Demîrtaş bi bîr xist ku Erdogan jî berî çend salan bi Ocalan re rêkên aştîyê gerîyaye.