Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: AKP bi Polîtîkayên Xwe yên Şaş Bingeha Darbeyê Amade Kir


Demîrtas bersîva pirsên Dengê Amerîka dide
Demîrtas bersîva pirsên Dengê Amerîka dide

Li Tirkîyê hewildana Darbeyê têk çû û li hemû bajaran de rewşa awarte hate ragihandin.

Piştî têkçûna hewildana darbeyê, hikûmeta Tirkîyê gelek berpirsên bilind yên artêşê, jimareke dezgehên dewletê guhertin û walîyên 25 bajaran guhertin.

Derbarê sedemên hewildana darbeyê û ragihandina rewşa awarte Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattîn Demîrtaş nêrînên xwe ji Dengê Amerîka re anî zimên.

Demîrtaş got ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, bi çar xeletîyên xwe bingeha ‘hewildana darbeyê’ da amade kirin.

Li gor Demîrtaş xala yekê ew bû ku Erdogan rêya demokrasîyê venekir û polîtîkayên nebaş pêk anî.

“Li Tirkîyê sedemên nebûna demokrasîyê yên sereke nebûna wekhevî û edaletê ye. Ev pirsgirêk mesela Kurdan jî eleqedar dike ku ji dema avakirina Komara Tirkîyê vir de Kurd hatin înkar kirin û tune kirin; zimanê Kurdan hate qedexe kirin, mafê xwerêvebirînê nehat dayîn û dewlet ew hemî bi destê artêşê pêk anîn. Dema ku li Tirkîyê pêvajoya aşitîyê destpê kir bandora artêşê jî li ser sîyasete kêm bû, lê bi destpêka şerî em dinêrin ku hêza artêşê zêtedir bu. Erdogan bi dawîkirina pêvajoya çareserîyê bingeha darbeyê da amade kirin.”

Demîrtaş dîyar kir ku wekî xala dûyê, qanûneke bingehîn ya sîvîl nehat amade kirin, heya niha jî li ser zagona bingehîn ya sala 1980’ê ew dewlet hate birêvebirin.

“14 sal in hikûmeta AKP’ê jî tu îrade nîşan neda, jibo ku em ji qanûna binhgehîn ya darbeya 1980’ê xelas bibin. Tevî israrên me, zagoneke bingehîn ya sivil nehat amede kirin û AKP her dem pêşî lê girt.”

Di xala sêyê de Demîrtaş da zanîn ku Erdogan azadîya çapemenî, azadîya raman û mafê birêxistinbûnê gelek da binpê kirin.

“Hêmana sereke ya demokrasîyê muxalefet e. Ku hun muxalefetê bi vî rengî terbîye bikin an jî ji holê rakin, evê jî bingeha rejîma zordarîyê derxe holê. Ger li welatekî azadîya çapemenîyê û azadîya ramanê hebe, kontrolkirina artêş û dersthilatê hêsantir dibe.”

Dermîrtaş di axaftina xwe ya wekî xala çare bi nav kir de, behsa operasyonên li ser sîstema dadwerîyê anku darazê kir.

“Li Tirkîyê daraz ti car bê alî nebû; her dem bi hikûmetê ve girêdayibû û li gor fermana hikûmetê tevdigerîya. Dema ku daraz ne bê alî be û dadwer nebe nikare li ser hikûmet û artêşê xwedîyê kontrolê be, ew jî bingeha darbeyê amade dike.”

Demîrtaş bang li Erdogan kir ku xeletîyên xwe bibîne û li gorî wî tevbigere.

“Dibe ku darbe bi ser neketibe, lê Erdogan bi vê yekê bi destê xwe mercên xwe metirsîya darbeyê derdixe holê. Ger Erdogan li paş xwe binêre û xeletîyên xwe bibîne ev dike me ber bi demokrasîyê ve bibe.”

Demîrtaş îdia kir ku darbe tene li Kurdan nehatiyê kirin, lê hemî gel di bin bandora wî de mane.

“Rewşa awarte hate îlan kirin, lê Kurd ji xwe 40 sale di rewşa awarte û rêvebirîya awarte de ne û bi vê awayê tên rêvebirin. Jîyana Kurdan di nav rewşa awarte de derbas bû niha li hemû Tirkîyê ev rewş hat îlan kirin. Û em dibêjin lazim e bi lezgînî em ji vê rewşê derbas bin û muzakere pêk werin.”

Demîrtaş da zanîn ku Erdogan bi têkçûna hewildana darbeyê dikare pêvajoyekê çareserîyê bide destpê kirin.

“Bila Erdogan dev ji dijmintîya Kurdan berde û bizanibe dijminê wan ê rast kî ye. Kurd her dem dixwazin têkilîyên xwe yê bi Tirkîyê xurt bikin, Kurdên rojava, Kurdên başûr û yên bakur, lê Erdogan vê red dike.”

ZY_7_25_Selahattin_Demirtas
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00

XS
SM
MD
LG