Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Kesekî ku Beşdarê DAIŞ Bûye bi Fermî Tawanbar Dike


Zilamekî Danîmarkî ku di 2013'yan de, jibo tevlîbûna DAIŞê çûbû Sûrîyê, îro bi şikandina qanûnên dijî-terorê ya wî welatî hat tawanbar kirin.

Dozger Lise-Lotte Nilas da zanîn ku ew doza yekê ye ku hember hember hemwelatîyekî Danîmarkî hatiye vekirin û li gor nêrîna wê, her kesê ku ketiye nav DAIŞê pejirandiye ku kiryarên terorîstî pêk bîne.

“Zilamê 23 salî yê bi eslê xwe Tirk, bi fermi tê tawanbar kirin, jiber ku qayil bûye ku bo kiryarên terorîstî bibe endamê rêxistina terorîst û qanûna qedexekirina piştgirîya terorîzmê binpê kiriye,” Nilas got.

Eger dadgeh zilamê girtî sûcdar bibîne, hîngê ew kes dikare heta çar salan li zindanê bimîne.

XS
SM
MD
LG