Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden di Berfanbarê de Mêvandarîya Hilcivîna Demokrasîyê Dike


Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Serok Joe Biden wê mêvandarîya hilcivîneke onlaynî bike ku serokên hikûmetên cîhanê, rêberên sazîyên sivîl û sektora taybet beşdarîya wî bikin.

Di hilcivînê de astengî û derfetên li pêş demokrasîyên cîhanê wê cîhekî girîng bigirin. Dîsa, ev civîn ji rêberên cîhanê re derfetê ava bike ku bikaribin pêgirî û sozên xwe yên jibo parastina mafên mirovan û berevanîya demokrasîyê zelal bikin.

Wezareta Derve dîyar kir ku ew hilcivîn wê jibo Amerîka derfetê ava bike ku li beşdarên ji seranserî cîhanê guhdar bike û ji zanîn û pêgirîya wan ya bo piştgirî û xurtkirina demokrasîyê sûdê wergire û jibo vejandina demokrasîyê bi wan re têkeve nava danûstandinan.

Wezareta Derve da zanîn ku ew bi pisporên hikûmetên cîhanê, sazîyên hevbeş yên navnetewî, kesitî û rêxistinên xêrxwaz, sazîyên civaka sivîl û sektora taybet re, derheqa ser sê warên jêrîn de di nav şêwiran de ye:

  1. Berevanîya dijî zordarîyê
  2. Şerê dijî dizî û bertîlê
  3. Xurtkirina rêzgirtina jibo mafê mirovan

Rojnameya Politico berî çend rojan ragihandibû ku rêvebirîya Amerîkî du endamên NATOyê, Tirkîye û Hungarya (Macaristan) ku di demên dawîyê de jiber binpêkirinên mafên mirovan gelek têne rexne kirin, venexwendine vê hilcivînê.

XS
SM
MD
LG