Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Gotara Trump bi Tundî Rexne Dikin


Demokratan dijî axaftina Serok Donald Trump ya ser avakirina dîwarê li sînorê Meksîko bertek nîşan da.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi û Serokê Kêmanîya Civata Senatoran Chuck Schumer dîyar dikin ku Trump ‘’li şûna ku li rastîyan binêre dixwaze ku tirsê belav bike’’

Pelosi di axaftina xwe de, ku ji Kongresê bi awayekî zindî hat weşandin, da zanîn ku Serok Trump ‘’agahîyên şaş’’ û ‘’gotinên nêta wan xirab’’ kirine.

‘’Serok çû tirs bijart, lê em dixwazin bi rastîyan destpê bikin’’ Pelosi got.

Wê bi bîr xist ku ku di roja xebatê ya pêşî ya Kongresê de Demokratên li Civata Nûneran, bernîvîsa Komarîyan ya ser vekirina hikûmetê û ewlekarîya bo sînor pejirandine.

Pelosi dîyar kir ku Trump li seranserê Amerîka ‘’dest danîye ser mûçeyên 800,000 xebatkarên federal û da zanîn ku Trump ‘’bê ku ji xwe re bike xem, dibêje ku hikûmeta dikare bi mehan û salan girtî bimîne’’

Senator Chuck Schumer jî da zanîn ku Trump ne dikare gel ne jî dikare Kongresê bixapîne û loma ew niha di vê rewşê de ne.

Schumer dîyar kir ku demokrasîya Amerîka ne bi vî awayî ye û got ku ‘’Divê ti serok jiber ku tiştên dixwazin çênabin destê xwe li maseyê nexin û hikûmetê negirin’’

Wî di dewama axaftina xwe de, mîna Pelosi da zanîn ku Trump ‘’li şûna rastîyan berê xwe daye tirsê’’

Schumer da zanîn ku divê sembola Amerîka peykera azadîyê be, ne dîwarê li Meksîko.

XS
SM
MD
LG