Di hilbijartinên îro de bo hemî 435 endamên Civata Nûneran û 35 ji 100 kursîyên Civata Senatoran dengdan hate kirin.
Demokratan, ku jibo destxistina piranîya Civata Nûneran pêdivîya 23 kursîyên bûn, heta niha 8 kursî ji destê Komarîyan sitandin.
Li Virgina, Pennsylvania û Florida 2, New Jersey û Indiana 1, bi giştî 8 kursîyên Komarîyan ketin destê Demokratan.
Civata Nûneran beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî ye û 435 endamên pêk tê. Destxistina piranîya Civata Nûneran jibo Demokratan pir girîng e ku bikaribin pêşî li rêvebirîya Serok Donald Trump bigirin.