Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Piştî Êrîşên li Amerîka, Trump Tawanbar Dikin


Piştî êrîşên li Teksas û Ohio, ku 29 kes hatibûn kuştin, şîna neteweyî hat ragihandin.

Demokrat ser êrîşê Serok Donald Trump tawanbar dikin û didin zanîn ku ew wêrekîyê dide nijadperestan.

Yek ji berbijarên seroktîyê yên Demokratan, Senator Bernie Sanders ji Twitterê bang li Trump kir.

"Birêz Serok, gotinên xwe yên nijadperest, tijî nefret û dijî koçberîyê bi dawî bikin. Zimanê te, bo tundrêyan wêrekîyê çêdike." Sanders got.

Sanders ji CNNê re jî da zanîn ku alîgirên Trump ji gotinên wî wêrekîyê distînin û çekan dixin destê xwe.

Yek ji berbijarên din yê Demokrat, Cory Booker jî dîyar kir ku Trump "tundrêbûnê sor dike"

Senatorê berê yê El Paso, Beto O'Rourke jî got ku "Trump nijadperest e û piştgirîyê dide belavbûna nijadperestîyê."

Trump ser êrîşan got ku "Li welatê me cîhê nefretê tune" û şîna neteweyî ragihand.

Wî ser êrîşvanan jî dîyar kir ku ew ji aqilên xwe nexweş in.

Karbidestên ewlekarîyê dîyar dikin ku êrîşvanê El Paso ya Teksasê, Patrick Crusius yê 21 salî ye û ew jiber kuştinan ne poşman e.

Serdozgerîya Amerîka ser êrîşê da zanîn ku "êrîşa terorî" ye û dîyar kir ku dibe ku êrîşvan jiber "tawana nefretê" jî were darizandin

XS
SM
MD
LG