Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokratên Amerîkî Rêvebirîya Trump Ser Vekişîna ji WHO Rexne Dikin


Demokratên Amerîkî ser biryara Serok Donald Trump ya bo vekişîna ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bertek nîşan dan.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku veqetîna ji WHO ‘’tewş’’ e.

Pelosi da zanîn ku Trump bi vekişandina Amerîka, rê li ber têkoşîna dijî vîrusa korona digire.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden berteka ser vekişîna ji WHO ji Twitterê ragihand.

Biden dîyar kir ku Amerîka gava bo saxlemîya cîhanê hewil bide ewê ewletir be.

‘’Di rojên pêşî yên seroktîya min de, ezê jinûve bibim endamê WHO û ezê pêşengîya me ya li cîhanê jinûve çêkim’’ Biden nivîsî.

Senatorê Demokrat Bob Mendenez jî da zanîn ku vekişîna ji WHO biryareke şaş e.

Mendenez got ku vekişîna ji WHO dê Amerîkîyan ‘’bi tenê û nexweş’’ bihêle.

Rêvebirîya Trump, Neteweyên Yekbûyî (NY) ser veqetîna ji WHO roja Duşemê agahdar kiribû.

Li gor peymanê, Amerîka dê di 6’ê Tîrmeha 2021’an de ji WHO derkeve.

Trump di meha Gulanê de gotibû ku WHO cîhan bo vîrusa korona dereng hişyar kiriye û îdia kiribû ku ew rêxistin di bin zextên Çînê de tevdigere.

XS
SM
MD
LG