Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku ewê di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de komcivîna xwe li bajarê Hatayê li dar bixe.
DEM Partî ji X’ê dîyar kir ku wan erdhej ji bîr nekiriye û efû nekiriye.
‘’Emê ti car nehêlin ku felaketa mezin, însanên ku ji alîyê îqtidarê ve li ber mirinê hatine hiştin û tawanên li bajarên herêma erdhejê werin ji bîr kirin’’
Li gor ragihandina DEM Partî, hevseroka partîyê Tulay Hatîmogullarî wê axaftina xwe li Hatayê bike û piştre bi şandeyekê beşdarî li bernameyên bîranînan bike.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan û şandeya bi wî re jî wê 6’ê Sibatê li Meletî û Semsûrê be.
Jêder: X