Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku wan bi ti partîyê re hevkarîyeke veşartî nekiriye.
Bakirhan li Dêrik ya Mêrdînê di mîtîngê de got ku helwesta wan jibo gel zelal û eşkere ye.
‘’Hemî partî dibêjin DEM Partî hevkarîyeke veşartî kiriye. Gelê me yê hêja, me soz da we û me got ku em çi bikin emê bi awayekî eşkere û zelal bikin û me wisa jî kir. me sindoq danîn, we jî biryar da.’’
Wî dîyar kir ku tifaqa wan tifaqa gelan e û têde Kurd, Ereb, Tirk, Alevî, kedkar û jin hene.
Bakirhan di axaftina xwe de Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî ser helwesta wî ya li mîtîngan rexne kir.
Hevserokê DEM Partî dîyar kir ku Erdogan di mîtîngan de top, firok û gemîyên cengê dide nasîn û wek ku pêşangeha çekan li dar dixe.
Wî got ku divê dirav li şûna çekan jibo çêkirina derfetên kar yên jibo ciwan û jinan were xerc kirin û demokrasî û xizmet werin nîşan dan.
Bakirhan got ku ewê di hilbijartinên 31’ê Adarê de dersê bidin wan kesan ku mîtîgan wek pêşangeha danasîna çekan li dar dixin.
Jêder: X, Ajansa Mezopotamya