Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sakik: CHP'ê Bajarvanîyên Enqerê û Stenbolê bi Kesên Dijî Kurdan Dagirtin


Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) yê Agirî Sirri Sakik got ku wan di du hilbijartinên dawî de piştgirî daye Partîya Gel ya Komarî (CHP), lê wê partîyê piştgirîyeke xurt nedaye wan.

Sakik dîyar kir ew dibînin ku CHP’ê bi taybetî li Enqere û Stenbolê kesên dijî Kurdan û netewperwer li dora bajarvanîyan kom kirine.

‘’Gava em dibêjin emê bi berbijarên xwe bikevin hilbijartinan ew dibêjin wê berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu têk biçe. Ev yek ne pirsgirêka me ye. Jibo me ya girîng pêşketina sîyaseta demokratîk e.’’

Wî got ku tevî ku bi piştgirîya wan CHP di hilbijartinan de bi ser ketiye jî li bajarvanîyan cih nedaye mafên Kurdan.

Parlamanterê DEM Partî bi bîr xist ku Serokê berê yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, ku jibo hilbijartinên serokomarîyê jî berbijar bû, bi Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag re protokoleke veşartî îmza kiriye û dîyar kir ku CHP bawerîyê nade.

Sakik got ku CHP xeyalşikestinek e û got ku hilbijêrên wan êdî ser piştgirîya bi wê partîyê re bertekên tund nîşan didin.

DEM Partî do Yekşemê ragihand ku ewê berbijarê xwe yê li Stenbolê heta 9’ê Sibatê ragihîne û dîyar kir ku Başak Demîrtaş jî di nav koma berbijaran de ye.

Başak Demîrtaş, ku hevjîna Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş e, di rojên borî de gotibû ger gel bixwaze û DEM Partî jî erê bike ew dikare jibo Stenbolê bibe berbijara bajarvanîyê.

Jêder: Medyascope

XS
SM
MD
LG