Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Wê Berbijarên Xwe Derxîne Weşanên Zindî


Berbijarên bajarvanîyê yên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) wê berî pêşhilbijartinan weşanên zindî çêkin.

DEM Partî, ku wê 13-14’ê Çileyê pêşhilbijartinan li dar xe, wê berbijarên bajarvanîyê yê Wan, Mêrdîn û Amedê derxe weşanên zindi.

Weşanên zindî yên wê ji hesabên medyaya civakî û kanala YouTube yên DEM Partî werin weşandin sibê Çarşemê bi berbijarên Wanê destpê dikin.

12 berbijarên bajarvanîyê yên DEM Partî, ku 3 ji wan jin in, wê li ser ekranê plan û projeyên xwe bibêjin.

Li gor ragihandina DEM Partî dema axaftinê wê jibo berbijarên jin 7 deqîqe û jibo berbijarên mêr jî 5 deqîqe be.

Jibo berbijarên Mêrdînê wê 11’ê Çileyê û jibo berbijarên Amedê jî wê 12’ê Çileyê weşanên zindî çêbin.

DEM Partî dide zanîn ku li Mêrdînê 16 û li Amedê jî 15 berbijar hene.

XS
SM
MD
LG