Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmaka Beşdarî Berevanîya Hevbeş ya YE Dibe


Jeppe Kofod
Jeppe Kofod

Wezîrê Derve yê Danîmaka Jeppe Kofod îro Pêncşemê got ku ew çaverê dike ku welatê wî di 1ê Trmehê de tev li berevanîya hevbeş ya Yekîtîya Ewrupa NATO bibe.

Di referanduma roja Çarşemê de du ji sê dengderên Danîmarkî biryar dabû ku dawî li sîyaseta 30 salan ya beşdarnebûna berevanîya hevbeş anîbû.

Bi jirmartina nêzî % 100 ya dengan, % 66.9 Danîmarkî jibo dawîkirina sîyaseta beşdarnebûna berevanîya hevbeş deng da û % 33.1 jî dijî wê yekê derketin.

Biryara Danîmarkî xeleka dawî ya guherîna helwesta dewletên Ewrupî ye ku piştî dagirkerîya Rûsya li Ukrayna hewil didin ku bergirîyên xwe xurt bikin.

Referanduma Danîmarkî di vê demê de tê ku du welatên Sikandînavî Swêd û Fînlandîya biryar dabûn ku tev li NATO bibin.

XS
SM
MD
LG