Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêrîna Xelkê Duhokê di Salvegera 30'an ya Dengê Amerîka Pişka Kurdî de


Bajarê Duhok, Herêma Kurdistana Îraqê
Bajarê Duhok, Herêma Kurdistana Îraqê

Radioya Dengê Amerîka Pişka Kurdî, piştî şerê kendavê yê yekê bi piştgîriya hin kesên xemxûr û dilsozên rojnamegeriya azad û pêbawer li paytexta Amerîka Washington hat damezrandin.

Sala 1992ê Dengê Amerîka-Kurdî cara yekê bû weşaneke navnetewî ya ku bi zimanê kurdî dest bi weşanê kirî, bi hejmarek kêm ya karmendan pêşî hat destpêkirin, di 30 salîya xwe de hejmara karmendan gihaye nêzî 50 kesan û weşana radiyo, TV û platformên mediya civakî û her du malperên Kurmancî û Soranî weşana xwe didomîne.

Niha Dengê Amerîka pêngavê...pêngav pêş dikeve, heta Îro bûye dezgehek mezin û bawer pêkirî li tevaya Cîhanê. Eve jî destkeftek mezine bo gelê Kurd û bo hemî karmend û damezrênerên Dengê Amerîka.

Li parêzgeha Duhok Selam Balayî ji 2001 û vir ve nûçegihanê Dengê Amerîka ye.

Bajarê Duhok, Herêma Kurdistana Îraqê
Bajarê Duhok, Herêma Kurdistana Îraqê

Li Duhok Dengê Amerîka girîngîya xwe li def xelkî heye û guhdarên û bînerên xwe jî hene çi yên raport û bernameyên Televizyonî bin yan jî nivîs û nşçeyên di malper û platformên mediya civakî de.

Di vê raportê de çend dîd û nerînên rewşenbîr û welatiyên bajarê Duhokê derbarê 30 salîya damezrandina Dengê Amerîk Kurdî hene.

Pêşî Dr. Fazil Omer yek ji zimanzan û nivîserane behsa Dengê Amerîka dike û girîngîya wê bo gelê Kurd dide diyar kirin û got( Dengê Amerîka bo min weke Kurd ku bi zimanê Kurdî pexş hebe destkeftek gelek giringe û her wesa ez vê weke piştevanîyeke Amerîka bo Kurdan dibînim).

Ayşa Şewket rojnamevan û yek ji gohdar û wan kesane yên berdewam Dengê Amerîka dişopîne behsa qunaxa giring yên Dengê Amerîka tê de hatî damezrandin dike û got(hebûna radiyo ya dengê Amerîka herçend bi jimara xulekên kêm ji destpêkirîye belê rolek giring hebû bo vê peyamê û bo vegohastina hemî wan gurankarî û pêşkeftinên Kurdistanê bi xwe ve dîtin ev cihê rêzêye).

Şêrewan Xidir yek ji rojnamevanên Duhok pirozbahîya 30 salîya dengê Amerîka kir û got( 30 salîya dengê Amerîka bi Kurdî piroz bît û li tevaya rojnamevanên Kurd û li tevaya gelê Kurd di nav zêdetirî 40 zimanên dengê Amerîka bo me wek Kurd cihê serferazîyêye ku zimanê Kurdî jî tê da heye.)

Hêjay gotinêye ku niha mediya civakî bûye yek ji jêderên herî giring bo bidestve anîna zanyarîyan li tevaya Cîhanê.

Dengê Amerîka bi hemî torên xwe yên mediya civakî ve bûye cihê bawerpêkirînê ji egerê bêlayenî û serbixweyê de, ji ber rastgoyî û nşçeyên pêbawer.

Dengê Amerîka bi rêya bernamên TT, radio û Mediya civakî nûçe û bûyeran digehîne her kudekî li her ciyê lê dijîn.

Raporta Duhok 24 04 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00
XS
SM
MD
LG