Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Hijmartina Bidest Ya Dengan Bidawî Hat


Laith Jebir Hamze peyvdarê Komsiyona Bala yê Hilbijartinan li Îraqê
Laith Jebir Hamze peyvdarê Komsiyona Bala yê Hilbijartinan li Îraqê

Televîzyona Îraqê ragihand ku hijmartina bidest ya dengên hilbijartinên meha Gulana bûrî lli Îraqê roja Duşemê bidawî bûn.

Peyvdarê fermî yê Komisyona Hilbijartina Dadger Laith Jebir Hamze got"Pirsa hejmartin û ji hev vavartina bidest ya dengan li hemû parêzgeh û bingehên dengdanê li Îraqê bidawî hatin, yên ku gomana sextekariyê û gilî li ser wan hebûn. Peyvdar dîsan dibêje, dengên herêma Resafe li Bexda hatin betal kirin.

Meha Hezîranê parlemena Îraqê bi piranya dengan biryar da bû ku ji ber gomana sextekariyan di hilbijartinên12î Gulanê de li Îraqê, divê li wan bingehên dengdanê yên goman liser heye car din deng bidest bihên hejmartin.

Wek tê zanîn ku parêzgehên Herêma Kurdistanê û bajarê Kerkukê jî di nava wan bingehên dengdanê de bûn yên ku gomana sextekariya dengdanê li ser hebû.

Hikûmeta Îraqê meha Hezîranê di raporta taybet ya derbarê gomanên binpêkirin û sextekariyan de, dabû eşkere kirin ku bi şêweke berfireh sextekarî û binpêkirin di dengdanên roja 12î Gulanê de çêbûne.

Weke Reuters dide zanîn ku dibe di rojên bihên de encamên fermî û yên dawiyê bihên ragihandin, di hilbijartinan de tevgera lîderê Şî'i Muqteda al-Sadir dengên herî zêde anî bûn, herwiha hin grûbên milîsên Şî'i ku têkiliya wan bi Îranê re xorte dengên zêde anî bûn, di nava listên ku dengên zêde anîne, hewildan hene jibo avakirina hilûmetek nû li Îraqê.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, endamên Komisyona Bala ya Hilbijartinan li Îraqê bi biryareka Huikûmetê ji karê wan hatbûn ladan û dadger li ciyê wan hatbûn destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG