Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêra Konseya Ewrupa: Dibe ku 2,5 Mîlyon Dengên Referandumê Hatibin Guhertin


Endema Desteya Çavderîyê ya Konseya Ewrupa Alev Korun got dibe ku nêzî 2,5 mîlyon deng, di referanduma Tirkîyê de hatibin guhertin.

Korun ji Radyo ORF ya Avusturya da zanîn ku roja referandumê, bi taybetî li bajarên Kurdan zordarî hatiye kirin ku li Amedê, polîsan nehiştine ku du endamên desteya çavdêrîyê biçin cîyê dengdanê kontrol bikin.

Korunê dîyar kir ku hejmartina dengên di zerfên bêmor de jî kêşeyeke mezin e.

"Li gor qanûnên Tirkîyê tenê zerfên fermî têne qebûl kirin. Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) li dijî qanûnê biryar girt û zerfên bêmor jî hatin pejirandin" Korunê got.

Korunê bi berdewamî eşkere kir ku ser sosyal medya gelek dîmen belav dibin ku divê gilîyên nerêkîyê neyên paşguhkirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, roja referandumê 49,799,163 kes çûn ser sindoqan ku li gor encamên hîn bi fermî nehatine ragihandin, 51,4% "Erê" û 48,6 "Na" derketîye.

XS
SM
MD
LG