Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebdil Hadî Ismaîl: Dengbêjî Ziman û Folklora Kurdî ji Wendakirinê Parast


Ji ber rewşa miletî kurd ya siyasî, gelek ji pelên dîroka vî gelî hatine wendakirin û bûyerên wê neketine pelên dîroka nivîskî, lê li ser destê dengbêjên wê yên resen beşekî mezin ji wan bûyeran hatin parastin û ji nifşekî gihiya yê din ta roja îro jî di civat û komikan de tên gotin û bibîr tên.

Wekî din jî keda gelek ji wan dengbêjên nirxbilind hatiye wendakirin û paşguh maye, lê belê hin ji hezkiryê folklora kurdî û têgihiştina wê, dest bi danhev û lêkolînan kirine û gund bi gund , bajar bi bajra stran û dîlokên kurdî ji devê dengbêjan girtine û dane serhev.

Hunermend Ebdil Hadî Îsmaîl yek ji wan kesan e ku ji zaroktiya xwe ve guhdan bi folklora kurdî kiriye û ew hezkirin ji bavê xwe wergirtiye û ta roja îro bi gerek bê dawî stranên kurdî dide hev û wan diparêze.

Ew li Qamişlo di sala 1970ê de ji dayik bûye.

Xwendina Endazyariya Eliktîkê li Sûriyê qedandiye.

Di sala 2013an de li herêma Kurdistana Îraqê bi cî bûye.

Arşîveke wî mezin ji stranên kurdî yên resen heye, û hîna jî berdewamiya xebatên danhevê dike û bi hezaran stran kom kirine û hevaltî bi gellek dengbêjan re durist kiriye.

Ji bernama Deng û Reng re got: Yê ku pêşiyê wî tune be paşroja wî jî nabe.

Hêviya ew e ku karibe ev erşîfa xwe têxe ber destê hemû kurdan û li her derekê bê belav kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:16 0:00


XS
SM
MD
LG