Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqî di Hilbijartina Paşxistî de Diçin Ser Sindoqan


Îraqî di hilbijartinên parêzgehî de, îro Pêncşemê li du parêzgehên bi piranî Sunnî diherine ser sindoqan. Ew hilbijartin ji alîyê karbidestan ve jiber sedemên ewlekarîyê bi qasî du mehan hatibû paşxistin.

Jibo dengdanê, pîvanên ewlekarîyê li parêzgeha Anbar û Nînewah hatine zêde kirin û qedexe ye ku otomobîl derkevin trafîkê.

Nêzîkî 2.8 mîlyon Îraqî xwedîyê mafê dengdanê ne ku jibo 69 kursîyên civatên parêzgehî hilbijêrin. Dengdêrên ji 12 parêzgehên mayîn li meha Adarê dengê xwe dabûn.

Hem Anbar hem jî Nînewah bûne qada xwepêşandanên dijî hikûmeta Serokwezîrê Nûrî el Malikî ku bi piranî Şîa ye.
XS
SM
MD
LG