Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Referanduma Serxwebûnê li Herêma Kurdistanê Destpê Kir


-
-

Reuters’ê ragihand ku dengdana bo referanduma serxwebûnê ya Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ya li bakurê Îraqê, tevî bertekên herêmî û navneteweyî îro Duşemê destpê kir.

Navendên dengdanê di 08:00’ê sibê de vebûn û dê heta 18:00 vekirî bin. Encamên dengdanê dê heta 72 demjimêr werin eşkere kirin.

Dengdan dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce, Kerkûk û herwiha li navçeyên Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şingal, Mexmûr, Tilkêf, Hemdanîyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê birêve biçe.

Kurdistaniyên li derveyî welêt dijîn ewê karibin bi sîstema elektronîk dengên xwe bidin.

Li Herêma Kurdistanê dê bi giştî li 12,000 navend deng werin dayîn.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê dîyar kiribû ku ewê 5,200,000 kes xwedîyê mafê dengdanê be.

XS
SM
MD
LG