Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Destnîşankirina Berbijarîyê Seroktîyê Destpê Dike


Berbijarên Destnîşankirina Seroktîyê li eyaleta New Hampshire
Berbijarên Destnîşankirina Seroktîyê li eyaleta New Hampshire

Dengdêrên li seranser eyaleta New Hampshire ber bi xwendingeh, avahîyên hikûmetê, dêran diçin ku dengdanê li ser destnîşankirina bebijarên seroktîyê bikin.

Piranîya navendên dengdanê derîyên xwe vekirin û heta êvara Sêşemê vekirî bimînin. Tê ragihandin, herî kêm li bajarokekî biçûk prosesa dengdanê temam bûye.

Dengdarên li bajarokê Dixville Notch ya nêzîkî tixubê Kanadayê, ku dengderên wê ya tomarkirî hene, di hilbijartina Komarîyan de dengên xwe dan. Karbidestên wê derê dibêjin, hem Mitt Romney, hem jî Jon Huntsman du dengan wergirtine.

Li gorî pirsnameyên civakî, Romney bi awayekî berbiçav li pêş hemî berbijarên din e, lê hevrikên wî jî berdewam kempeynên xwe domandin.

Rexneyên tund li dijî Romney têne kirin ku di şîrketeke taybet de kar kirîye û bi mîlyonan dolar pere qezenc kirîye. Gelek kes dibêjin, kompanya Romney bi sedan karmendan ji kar derxistine û feydeyên mezin yên diravî ji xwe re kirîye.

XS
SM
MD
LG