Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heta Niha Pirtir ji 60 Mîlyon Amerîkî di Hilbijartinê de Deng Dane


hilbijartina seroktîya Amerîka
hilbijartina seroktîya Amerîka

Projeya Hilbijartinan ya Amerîka îro Duşemê dîyar kir ku heya niha zêdetirî 60 mîlyon Amerîkî di hilbijartinê de deng dane.

Ev hejmara bilind hem jî daxwaza hilbijêran ya jibo kêmkirina xeterîyên derbarê COVID-19 nîşan dide.

Demokrat di dengdana pêşdem de, jiber ku piştgirîya dengdana bi rêka nameyê dikin li gor Komarîyan xwedîyê avantajeke girîng in.

Lê, Komarî di dîroka hilbijartinan de, bi gelemperî dengên xwe kesane bi kar tînin.

Îsal jiber rexneyên Trump, ku dibêje ev sîstema dengdanê ya bi rêka nameşandinê pêşîya sextekarîyê vedike, hilbijarên Komarî ji vê şewaza dengdanê, dûr disekinin.

Asta bilind ya dengdana pêşdem bûye sedem ku Michael McDonald, profesorê Zanîngeha Florida pêşbînîya rekoreke rêjeya dengdêrên Amerîkî ya bi qasî 150 mîlyon dike.

Hêjayê balkişandinê ye ku pêzanîn nîşan didin ku hilbijêrên Amerîkî jixwe di dema vê kempenya serokatîyê de, dengên xwe zûtir bikar anîne ku ji hejmera 2016’an ya 47 mîlyonan derbaz kirine.

XS
SM
MD
LG