Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdanê li Florida Destpêkir


Dengdanê li Florida Destpêkir
Dengdanê li Florida Destpêkir

Dengdanê li Florida, Wîlayeta başûra rojhilata Amerîka destpêkir û wesa dîyare dê qonaxeka giring bit di berêkanîyê de bo destnîşankirina kandîdekê Komarî jibo helbijartinên serokatîya Amerîka.

Pitir ji 600,000 xelkê Florida di helbijartina pêşwext da deng daye berî destpêkina dengdana Îro Sêşem.

Rawergirtineka pêşwext ji alîyê binyadê Quinnipiac University dîyar dike ku fermandarê berê yê wîlayeta Massachusetts Mitt Romney bi rêjeya 14% li pêş hevrikê nêzîkî xwe serokê berê yê Civata Nuneran Newt Gingrich e.

Senatorê berê yê wîlayeta Texas Rick Santorum and endamê Kongresê wîlayeta Texas Ron Paul dû berbijarên dine kampênê li Florida dikin, lê gelekê li paşin li gora rawergitina.

XS
SM
MD
LG