Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Amerîka Pişka Kurdî Salvegera Xwe ya 30'an Pîroz Dike


Dexîlê Şemo Û Herow Zengene - Dengê Amerîka
Dexîlê Şemo Û Herow Zengene - Dengê Amerîka

Dengê Amerîka li sala 1992’ê dest bi weşana bi zimanê Kurdî kir, ku pêngaveke dîrokî bû di medyaya Kurdî de. Dengê Amerîka pişka Kurdî di dema xwe de yekemîn ajansa navneteweyî bû ku bi Kurdî weşanê bike.

Li destpêkê, Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka her roj bitenê jibo 15 deqîqeyan bernameyên xwe li radyoyê pêşkeş dikirin û bi 5 karmendan dest bi weşana xwe kir û niha nêzî 50 karmend hene, ji Washingtona paytexta Amerîka weşana xwe didomîne tora xwe ya nûçegihana li hemêmê cûda yên Îraq, Sûriyê û Tirkiyê heye.

Îsal Dengê Amerîka bi şêweke taybet û ciyawaz pêşwazî li salvegera 30an ya damezrandinê kir û weşana xwe ya televizyonî zêde kir, li vê bîranînê Bernama Kurd Connection ku bernameke televizyonî ye û bi hevkarî li gel NRT TV tê weşandin dê hefteyê 5 caran were pêşkeş kirin, ji Yekşemê heta Pêncşemê û her carê 50 xulekan weşan dê bi şêweke zindî bidomîne.

Ayîşa Tenzîmî rêvebira beşê Başûr Û Naverasta Asya
Ayîşa Tenzîmî rêvebira beşê Başûr Û Naverasta Asya

Di weşana zindî de li bîranîna 30 salîya pişka kurdî ya Dengê Amerîjka berpirsa beşê Başûr Û Naverata Asya(SCA) Ayîşa Tanzim peyamek bi zimanê Înglîzî pêşkeş kir û pîrozbahî li pişka Kurdî kir û destxweşî li staf û karmendên beşê Kurdî kir.

Herwiha Seroka Pişka Kurdî - Dengê Amerîka Xanim Motabar Şêrwanî peyvek kurt pêşkeş kir û destxweşî li karmend û stafê beşê Kurdî kirin û silavên xwe arasteyî hemî biner û bîsran kirin û got ku "Bi şêweke nû dê werin pêşberî guhdar û bînerên hêja, lê erkê me nehatiye guhertin, erka me ya Dengê Amerîka ewe ku bi şêweke rastgoyî bernamên TV û malperan dê li ser binameyekê rastîyan be û dê hevseng bin û raport dê di têr tejî bin, ev erkê sereke yê Dengê Amerîka ye nehatiye guhertin û dê neyê guhertin jî. "

Motabar Şêrwanî seroka pişka Kurdî ya Dengê Amerîka
Motabar Şêrwanî seroka pişka Kurdî ya Dengê Amerîka

Pişka Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Soranî weşana xwe didomîne û bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî, teknolojî û çand û huner û biwarên din yên jiyanê.

Pişka Kurdî di salvegera xwe ya 30an de bi zêdekirina weşana telvizyonî kir ku Kurd Connection di hefteyê de dê 5 rojan weşana xwe ya 50 xulekî berdewam bike, ji roja Yekşemê heta Pêncşemê her carê 50 xulekan bi hevkarî li gel NRT TV weşanê bike.

Pişka Kurdî, bi du malperên xwe yên Kurmancî ya bi tîpên Latînî û Soranî ya bi tîpên Erebî(Aramî) weşan û bernameyên xwe belav dike û raportên rengîn yên dîmenî ji nûçegîhanên ji herêmê û Washingtonê digehîne temaşevanên xwe.

Dengê Amerîka Pişka Kurdî niha ji derveyî bernamên radiyo û televizyonî, giringî daye platformên Mediya Civakî, Facebook, Instagram, Twitter û You Tubê û bi şêweke pîşeyî û li gor prinsîpên rojnamegeriyek azd, rastgo, pêbawer û bêalî, bername û berhemên xwe diweşîne û rojane 100 hezaran şopînerên xwe hene.

XS
SM
MD
LG