Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Hamoto: Mûzîka Kurdî Dikare Bighêje Astên Bilind Di Mûzîka Cîhanî De


Bi ser şer û rewşa awerte ku tevahiya Sûriye tê de derbas dibe, lê hîna jî gelek welatiyên wê hêviyên xwe bernedane, ku wê paşeroj baştir be.

Hesen Hamoto yek ji wan kesê, ku ta roja îro bêhêvî nebûye. Ji Efrîna rengîn Hesen rêvebertiya peymangeha DAR SAZ dike û hêviyên xwe di riya mûzîkê de li zarok û şagirtên xwe ve belav dike.

hesen hamoto
hesen hamoto

Hesen di sala 1981ê de li gundê Maabetelê ya bi ser Efrînê ve ye, jidayik bû.

Ji ber hezkirina wî ji folklor û stranên kurdî re, derbasî peymangeha Dar Saz bû li bajarê Helebê û li ser destê hunermend Usama Dada fêrî binyatên zanistiya mûzîkê bû, bi demê re ew bû mamoste di Dar Saz de.

Ji ber şerê Sûriye ku ji sala 2011an destpêkirye, Dar Saz hate Efrînê û Hesen bû rêvebrê wê piştî ku hunermend Usama çû Tirkiye.

Hesen Hamoto
Hesen Hamoto

Dar Saz yekem peymangeha mûzîkê bû di Efrînê de, ta nuha li nêzî 250 şagirtên wê hene.

Hesen dibêje: "Xewna min, ku ez karibim stran û folklorê kurdî bikim bi şêwazê zanistî û bi nûte bikim."

Hesen bi şaghirtên xwe re, gelek stanên folklorê Efrînê bi awayekî zanistî nûjen kirin.

Ji ber girêdana wî bi axa Efrînê û hezkirina wî ji folklorê kurdî, ew ji wir derneket û li ser zarokan kar û xebatên bê hempa dike.

Baweriya wî bi zengîniya strana kurdî tê, ji ber wê ew dibêje:" Strana Kurdî dikare pêşbikeve û here astên bilind ji mûzîka cîhanî ve."

please wait

No media source currently available

0:00 0:22:43 0:00

XS
SM
MD
LG